OSCE'yê bertek nîşanî Enqereyê da
Enqere pêşiya du çavdêrên ku ji bo şopandina hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn erkdarkirin, girt. Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OSCE) bertek nîşanî vê yekê da.
Enqere pêşiya du çavdêrên ku ji bo şopandina hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn erkdarkirin, girt. Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OSCE) bertek nîşanî vê yekê da.
Meclîsa Parlementer a OSCE'yê bertek nîşanda ku çima Tirkiye destûr nedaye karkirina çavdêrên hilbijartinê.
OSCE'yê ji bo şopandina hilbijartinên 14’ê Gulanê nêzî 400 nûnerên xwe şand, li keleka vê Meclîsa Parlementeran jî zêdetirî 100 rayedaran dişînin.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Ev tedbîrê ku dibe bandoreke neyînî li xebatên mîsyona çavdêriyê ya navneteweyî bike, me xemgîn kir.”
Destûr nehat dayîn ku Parlementerê Tifaqa Sor-Kesk a Danîmarkayê Soren Sondergaard û Parlementerê Demokratên Sosyal a Swêdê Kadîr Kasirga biçin Enqereyê.
Parlementer Sondergaard hefteya borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku bi hinceta ku ew berê serdana Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk (QSD) kiriye, Enqere pêşiya wî girtiye.
Sondergaard wiha gotibû: “Raste ku ez çûme serdana QSD’ê ku li dijî Dewleta Îslamî şer dike û ji vê serdanê serbilind im.”
Parlementera Danîmarkî diyar kir ku OSCE'yê bi awayekî fermî giliyê Enqereyê kiriye û got: “Welatek nikare parlementerên çavdêr hilbijêrin. Ev yek wê gumanê bixe hilbijartina Tirkiyeyê. Ji xwe ev yek nîşan dide ku ji niha ve dixwazin hilbijartinan bixin bin kontrola xwe.”
Enqere, beriya hilbijartinên 2018’an jî ketina 2 parlementerên Elman û Swêdî asteng kiribû.